Cinêv-SANA
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji destpêka sala 2025an ve zêdetirî 500 kesî li navçeya Xezeyê ji ber birçîbûnê jîyana xwe ji dest dane û tekezî li ser pêwîstîya berfirehkirina gihandina alîkarîyên mirovî û hawarçûnê bo Xezeyê û hawirdora wê kir.
Berdevkê WHOyê Tariq Basarevîç, ji Novostyê re got: “Tenê di sala 2025an de, zêdetirî 500 kesî ji ber kêmxwarinî û birçîbûnê mirîye,” û destnîşan jî kir ku “zêdetirî 15,500 kesî hewcedarî veguhestina bijîjkî ya lezgîn, ji Xezeyê ne, ji ber ku ji 36 nexweşxaneyan tenê 13 nexweşxane kar dikin.”
Basarevîç ji civaka navdewletî xwest ku bi lezgînî ji bo dabînkirina pêdivîyên bijîjkî, sotemenî û piştevanîya lojîstîk a pêwîst ji bo berdewamkirina karkirina navendên tenduristîyê li Xezeyê tev bigere û anî ziman ku rewşa mirovî li wir tevî ragihandina peymana agirbestê hîn jî pir metirsîdar e.