Şam-SANA
Îro Wezareta Tenduristî ya Sûrî bi hevkariya li gel Saziya ″Action for Humanity″ helmeteke pizîşkî ya berfireh ragihand, di bin durişma ″Te’afî- pizîşkin ji dunyayê ber bi Sûriyê″ de, bi beşdariya 42 pizîşkên ji taybetmendiyên cûrbicûr.
Wezaretê li ser malpera xwe ya telegram ragihand ku helmet di 21ê heyva îlonê de dest pê dike û parêzgehên Şam, Hums, Hema, Laziqiyê û Tertûs li xwe bigire, û dê giringiyê bidin operesyonên cûreyî û şêwirdariyên pizşkî ji nexweşan re bê beramber, û dê bêhtir guh bidin nexweşiyên aloz.
Pisporên gelek cûreyên nexweşiyan di helmetê de hene wek: Neştergeriya giştî, hestî, yorolojî, stûna piştê, zarokan, çav, dil, kozmetîk û tenduristiya derûnî, herweha şêwirdariyên taybetmendî wek nexweşiyên hinavê h.w .d
Wezaretê diyar kir ku ji bo tomarkirinê û zanîna agahîyên zêdetir vê lînkê bitikîne.