Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê îro hefteya yekem a piştxwehrîyê (skolyoz; kesên ku stûnka wan a piştê xwar e/bûye, wekî tîpa “S” yan “C”ê lê hatiye) bi hevkarîya Komeleya/Ofîsa Bijîşkî ya Sûrî-Almanî,li Sûrîyeyê ragihand.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê rave kir ku ev kampanya, nexweşên 5-30salîwerdigire, û armanca wê ew e ku îlaca kesên piştxwar û yên ku stûnka wan a piştê şeht e/ bûye, li gorî standardên bijîşkî yên navneteweyî yên herî pêşketî, di bin çavdêrîya tîmeke bijîşkên Sûrî û Koçberên Sûrî de, bike.
Wekî din jî, Wezareta Tenduristîyê dîyar kir ku muayeneyên serlêderên pejirandî dê di 21ê vê Îlonê de li Desteya Giştî ya Nexweşxaneya Şamê, dest pê bikin.
Heçî dil heye ku navê xwe qeyd bike,dikare bi rêya lînka jêrîn repêk bîne: