Heseke-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatîyê Ehmed El-Hîlalî, di civîneke berfireh de ku li avahîya parêzgehê hat lidarxistin, çend hêsankarî û rêkarên awarte ragihandin. Armanca van pêngavan lezgînkirina wergirtina berhema genim li parêzgehê, çareserkirina qerebalixîya li navendên wergirtinê û kêmkirina barê li ser milê cotkaran e, ev jî di çarçoveya hevahengîya hikûmetê de ye ji bo rakirina astengîyan û misogerkirina kirîna berhemê.
El-Hîlalî di daxuyanîyekê de ku ji hêla Rêveberîya Ragihandina Hesekê ve hat belavkirin, dîyar kir ku rêkarên nû wergirtina genimê “dekme” (yê ku ne di kîsan de ye) li qadên vekirî di çend navendan de li xwe digire, ku dê di demeke nêz de bên eşkerekirin. Her wiha amadekarî hene ji bo vekirina navendên nû yên li derve eger pêdivî hebe ji bo wergirtina tevahîya berhemê. Wî tekez kir ku Rêveberîya Bazirganîya Hundirîn û Parastina Bikarberan pabend e ku hemû tibabên genim ku hatine hilberandin bê cudahî bikire.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku destûr hat dayîn ku berhem bo navendên wergirtinê yên li parêzgehên din bê veguhastin da ku zexta li ser navendên Hesekê kêm bibe, lê bi mercê ku Sazîya Sûrîyê ya Bazirganîya Hundirîn û Parastina Bikarberan hemû lêçûnên veguhastinê li xwe bigire. Cotkar dikare daxwaza veguhastinê ji navenda ku berê lê qeyd kiriye bike.
Her wiha El-Hîlalî da zanîn ku 4 cih ji bo belavkirina fatûreyên genim ji 1ê Tîrmehê ve hatine dîyarkirin (li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Dirbêsîyê), ev yek jî ji bo parastina dem û keda cotkaran e. Wî tekez kir ku veguhastina berhemê bo parêzgehên din bandorê li dema wergirtina pereyan nake.