Şam-SANA
Odeya Bazirganîyê ya Şamê tekez kir ku rêkarên guhertina pereyê Sûrîyê di çarçoveyeke lêkolînkirî û berpirsyar de pêk tên.
Odeyê di daxuyanîya xwe ya îro de eşkere kir ku mekanîzmaya bihadanînê li ser bingeha hebûna qonaxeke veguhêz e ku nêzî 90 rojan berdewam dike û heke pêwîst be dikare were dirêjkirin.
Odeya Bazirganîyê ya Şamê bang li hemû bazirgan û xwedîyên çalakîyên aborî kir ku bi temamî hevkarîyê bikin û pabendî rênimayan bin, da ku aramî di bazarê de çêbibe, mafên kiryaran werin parastin û ev qonax bi awayekî serkeftî û bi aramî derbas bibe.
Tê zanîn ku Serok Ehmed El-Şeri’ û Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye, duh êvarî di merasîmeke fermî de li Koşka Konferansan a Şamê, pereyê nû yê Sûrîyê dan naskirin.