Heleb-SANA
Şaxê Nehiştina Madeyên Hişbir li parêzgeha Helebê her du kesên bi navê (M.F.) û (M.N.) ji ber tevlîbûna wan di bazirganî û belavkirina madeyên hişbir de girtin. Ev yek jî piştî kemîneke tekûz pêk hat ku li ser bingehê operasyoneke lêgerîn û şopandina hûr a tevgerên wan li taxa El-Zehrayê hatibû encamdan.
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir îro Pêncşemê dîyar kir ku di encama operasyonê de 82 kîlogram hebên hişbir ên keptagonê hatine desteserkirin, ku derdora 482 hezar lib dike.
Rêveberîyê her wiha da zanîn ku her du kesên hatine girtin di dema lêpirsînê de li tometên xwe mikur hatin, û ji bo wergirtina cezayê xwe yê qanûnî radestî dadwerîya pispor hatin kirin.





