Tertûs-SANA
Rêveberîya Çavkanîyên Avê li Tertûsê, karên çaksazîya dewrî yên ji bo bendav û golbendên xwe temam kirin. Ev yek bi piştrastbûna ji amadebaşîya dergeh, avrêjgeh û valakerên wan pêk hat, da ku ji bo werza baranê amade bin û rê li ber metirsîyên lehîyê bigirin.
Çaksazîya Çar Bendavan
Rêveberê rêveberîyê endazyar Mihemed Mehrez di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, îro Pêncşemê dîyar kir ku rêveberî serpereştîya çar bendavên ku ji bo avdanî û ava vexwarinê hatine veqetandin, dike.
Mehrez da zanîn ku şîyana depokirinê ya Bendava El-Ebreşê gihîştiye 103 mîlyon metresêca, ya Bendava Xelîfe 3 mîlyon metresêca, ya Bendava El-Siwêranî 4.5 mîlyon metresêca, û ya Bendava Dirêkîşê jî gihîştiye 6 mîlyon metresêca.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku karên çaksazîyê pişkinîna dergehên kontrolê, avrêjgeh, valaker û panelên elektrîkê, ligel piştrastbûna ji amadebûna kanalên avrêjên baranê li xwe girtine.
Wî her wiha destnîşan kir ku depoya ava Bendava El-Ebreşê gihîştiye 56 mîlyon metresêca, ya Bendava Xelîfe 3 mîlyon metresêca, ya Bendava El-Siwêranî 4.3 mîlyon metresêca, û ya Bendava Dirêkîşê jî gihîştiye 3 mîlyon metresêca.
Endezyar Mehrez eşkere kir ku herikîna avê beşdarîyê di xurtkirina depoya avê û dabînkirina ava binerd de dike, lê ava zêde bi rêya çem û cokan ber bi deryayê ve diçe. Ev yek jî ji ber taybetmendîya hewzên hîdrolojîk ên peravê yên vekirî ye, ku rê nadin depokirina hemû ava zêdebar.






