Idlib-SANA
Îro sibeha sêşemê, ji rêya Idlib – Sermadayê karwanekî nû yê vegera dilxwazî -ku 186 malbatên şênîyên kampan pêk dihat- bi rê ket. Ev gav bi serpereştîya parêzgeha Idlibê û bi hevkarîya Rêveberîya Karûbarên Civakî û Kar, Rêxistina Muzin, Komîserîya Bilind a Penaberan, Heyva Sor a Erebî ya Sûrî û Rêveberîya Rewşên Lezgîn û Karesatan pêk hat, di çarçoveya hewldanên piştgirîkirina vegera xelkê bo deverên wan ên resen û peydakirina mercên guncaw ji bo cîbiwarbûna wan de.
Rêveberê Daîreya Bakur a Karûbarên Civakî û Kar li Parêzgeha Idlibê Mihemed Bakîr, ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku parêzgeh bi hevkarîya alîyên pêwendîdar li ser dabînkirina hemû pêdivîyên vegera xelkê kar dike; ji veguhastinê heta gihîştina bi gund û bajarokan ve, di çarçoveya planeke tekûz de ji bo piştgirîkirina vegera dilxwazî, bi awayekî ku sivikbûna barê li ser milê malbatên ku vedigerin misoger bibe û alîkarîya wan bike ku li herêmên xwe dest bi jîyana xwe bikin.




