Şam – SANA
Wêstgehên Çavdêrîya Erdhejan ên ser bi Navenda Niştimanî ya Erdhejan ve di Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de, îro Şemîyê, di demjimêr 3:51ê piştî nîvroyê de bi dema xwecihî ya bajarê Şamê, erdhejeke ku hêza wê gihîşte 3.8 pileyan li ser pîvana Richterê, tomar kir.
Navendê di nivîsekê de li ser rûpela xwe ya Telegramê, îro Şemîyê, dîyar kir ku navenda erdhejê li ser sînorê Sûrîye û Îraqê (bakurê rojavayê Mûsilê) bû, û kûrahîya wê gihîşe nêzîkî 5 kîlometreyan.
Her wiha amaje pê kir ku erdhej di nav çalakîya xwezayî de tê hejmartin, ku li ser pergala derzên Şengal – Ebdilezîzê cih digire.
Di çarê vê mehê de Wêstgehên Çavdêrîya Erdhejan li Navenda Niştimanî ya Erdhejan, 5 erdhejên sereke tomar kirin; hemû jî li başûrê Tirkîyê bûn, û şênîyên li bakurê Sûrîyê hest bi wan erdhejan kir.