Heseke-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, planeke bersivdayînê ya pêşwext ji bo kêmkirina metirsîyên lehîyan li deverên ku herî zêde li Hesekê metirsî li wan heye da destpêkirin.
Ev gav di çarçoveya hewldanên wê yên ji bo xurtkirina amadebaşîya pêşwext, bilindkirina asta xweparastinê û kêmkirina wan zîyanên muhtemel de tê ku dibe bighêjin şênîyan, mal û milk û binesazîyê.

Wezaretê duh Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev plan xwe dispêre nirxandineke berfireh a metirsîyan û serpêhatîyên berê yên ku parêzgehê par dîtine. Herêmên li ser peravên Çemê Xabûrê û rêça gelîyan jî, xasma li deverên Til Hemîs, Til Koçer û Serê Kanîyê, bêhtir bûn cihê guhdanê.

Wezaretê her wiha da zanîn ku rêveberîyê dest bi cîbicîkirina qonaxa yekem a planê li devera Til Hemîsê kiriye, ku Gelîyê Mexben ê ku di deverê re derbas dibe û hejmarek gundên li başûrê wê jî li xwe digire.
Her wiha xebatan li devera Til Koçerê digel her du gundên El-Sîhe û El-Bûseyê, bi armanca çareserkirina xalên metirsîyê yên herî bibandor, dest pê kiriye.