Heleb-SANA
Îro roja Duşemê, li gundê Ereb Hesen ê li rojhilatê Helebê, ji ber teqîna mayînekê bi hefareyeke bîran, kesek birîndar bû. Parastina Sivîl a Sûrîyê dîyar kir ku berîya gihîştina tîmên wê, welatîyan kesê birîndar veguhistibû bo nexweşxaneyê, û tîman ji bo silametîya welatîyan cihê bûyerê ewle kir.
Alîyên peywendîdar bizavên xwe yên ji bo paqijkirina şûnmayên şer û çekên ku neteqîyayî mane berdewam dikin, bi mebesta kêmkirina metirsîyên ku gefê li jîyana sivîlan dixwin.