Şam – SANA
Encumena Gel rûniştina xwe ya yekem a gera asayî bi biryara betalkirina yasaya destdanîna ser eqaran ji bo berjewendîya Wezareta Perwerdeyê bi dawî anî.
Encumena Gel duh Sêşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê da zanîn ku çalakîyên rûniştina yekem ji gera asayî ya yekem a Encumena Gel bi betalkirina yasaya hejmar 143 a sala 1958an bi dawî bûn; yasayê desthilat dida Wezîrê Perwerdeyê ku biryara destdanîna ser her xanî û milkekî derxe ku wî ji bo pêkanîna peyama wezaretê pêwîst didît.
Di heman demê de, projeyasayên din ji bo temamkirina lêkolînan bo komîteyên pêwendîdar hatin şandin.
Karnameya rûniştinê xwendina kurteya çalakîyên rûniştina dawî ya gera awarte ya yekem, tevî bersivên her du Wezîrên Perwerde û Hînkirinê û Wezîrê Enerjîyê yên li ser wan pirsên nivîskî li xwe digirt ku ji alîyê endamên Encumenê ve ji wan re hatibûn arastekirin.
Her wiha Encumena Gel pêşnîyara Komîteya Cîbicîkar a Beşê Parlamentoyî yê Erebî yê Sûrîyê pesend kir, derbarê pêkanîna şandeyekê ku nûnertîya Encumenê di Parlamentoya Erebî de bike, piştî ku navên endaman di civîneke xwe ya berê de dîyar kiribûn.
