Reqa-SANA
Nexweşxaneya Niştimanî ya Eyn Îsayê ya ku li gundewarê bakurê Reqayê li ser rêya otostrada (M4)ê dimîne, xizmetên xwe yên bijîşkî û hawarçûnê pêşkêşî nêzîkî 150 hezar kesî ji şênîyên bajêr û gundewarên derdorê dike.
Ev xizmetguzarî, tevî kêşeyên kêmbûna hin alavan û kadroyên pispor jî, tên pêşkêşkirin, ku ev yek şîyana hin beşên wê ya karkirina bi hêza wan a tevahî sînordar dike.
Rêveberê nexweşxaneyê Dr. Ebdilezîz El-Hemûd, îro Yekşemê, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku nexweşxane rojane pêşwazîyê li 100 heta 150 nexweşan dike, ku piranîya wan rewşên hawarçûnê ne ku ji ber rûdanên trafîkê, şikestin û ketinê pêk tên, ji bilî zarok û jinan jî.
El-Hemûd da zanîn ku beşên hawarçûnê, neştergerîyên hêsan û dermanxaneya ku dermanan bêpere dabîn dike bi awayekî sereke dixebitin; di heman demê de beşên taqîgeh, tîrêj, klînîkên pispor û vaksînê li gorî derfetên heyî, bi temamî kar nakin.
Pêdivîyên nexweşxaneyê
Her wiha Rêveberê nexweşxaneyê, amaje bi pêdivîya nexweşxaneyê bi jeneratorekî elektrîkê yan sîstemeke enerjîya rojê ji bo misogerkirina berdewamîya kar kir, ligel nûjenkirina binesazîyê, amadekirina odeyeke neştergerîya hawarçûnê ya tekûz û odeyên çavdêrîya bi hûrgilî.
Di heman çarçoveyê wî destnîşan jî kir ku pêdivî bi çalakkirina klînîkên pispor, beşên şûştina gurçikan û nexweşîya şekir, amadekirina jûra zayînê, û dabînkirina kadroyên bijîşkî, perestarî û teknîkî yên pispor ji bo nexweşxaneyê heye.
El-Hemûd li dawîyê bal kişand ser wê yekê ku niha di nexweşxaneyê de 13 perestar û nêzîkî 17 pisporên teknîkî di beşên tîrêj, taqîgeh û dermanxaneyê de kar dikin.



