Hema-SANA
Herêma El-Xabê li gundewarê Hemayê heme bêje bi tenê mijûlî xwedîkirina gamêşên Sûrî dibe, ligel hejmareke kêm a wan ku li herêma Cizîra Sûrîyê jî heye. Tevî astengîyên ku berdewamîya wê dikin metirsîyê, lê ev cureyê samana ajalan çavkanîyeke berhemdar û guncaw pêk tîne, lewra ji bo parastin û pêşxistina wê pêwîstîya xwedîkeran bi piştgirî û destekkirinê heye, ji ber ku ew pîşe û mîrateyeke kevnar e ku nifşan ji hev girtiye.
Îro Yekşemê, Serokê Stasyona Lêkolînê ya Şetheyê ya girêdayî Navenda Lêkolînên El-Xabê Medîn Ce’fer ji SANAyê re dîyar kir ku li gor du salên borî û tevî astengî û zehmetîyên ku rûbirûyî xwedîkeran dibin, hejmara serîyên gamêşan ber bi zêdebûnê ve çûye.
Têkildarî mijarê, navborî da xuyakirin ku hejmara serîyên gamêşan li Stasyona Lêkolînê ya Şetheyê gihîştiye 220 serîyan, li hember 180 serî di sala 2024an de, her wiha, hejmara wan li cem xwedîkeran gihîştiye 700 serîyan, li gorî nêzî 450 serîyan di sala 2024an de, ev yek jî pêşveçûneke berbiçav di rewşa xwedîkirinê de nîşan dide.