Dêrezor-SANA
Amûreke nû ya rîzonansa manyetîk bi piştgirîya kampanya “Dêr El-Iz” gihîşt Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrezorê, di pêngavekê de ku armanc jê bilindkirina kalîteya xizmetguzarîyên bijîşkî û sivikkirina barê veguhestina nexweşan bo derveyî parêzgehê li ser nexweş û malbatên wan e.
Rêveberê Tenduristîyê li Dêrezorê Nesir El-Xelef di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku ev amûra nû ji alîyê şîyanên xwe ve li herêmê yekemîn e ji cureyê xwe, û destnîşan kir ku amûreke din a kalîte nizm li devera kargehan a ku bi navê “Heft Kîlometre” tê naskirin, heye.

El-Xelef da zanîn ku amûra nû sîstem û rêbazên wênekişandinê yên nûjen û pêşketî li xwe digire; rê dide destnîşankirina hejmarek nexweşî û rewşên bijîşkî, nexasim rewşên girêdayî neştergerîya demaran û nexweşîyên li ba zarok û mezinan.