Wêne ji arşîvê ye
Dêrezor-SANA
Rêveberê Rêveberîya Ragihandinê li Wezareta Enerjîyê Ebdilhemîd Selat, îro Înê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand ku piştî çaksazkirina hêla gaza Cibiseyê li Dêrezorê, her wisa piştrastbûna ji amadebaşîya wê, li gor rêkarên teknîkî û xebitandinê yên pejirandî, xebatên vekirina bîran û jinûvepompekirina gazê di xetê re, gav bi gav dest pê kirine.
Selat bal kişand ser wê yekê ku tîmên teknîkî karên xebitandinê û çavdêrîya hêlê didomînin, da ku aramîya pompekirinê û vegera pergalê bi giştî bo rewşa wê ya xebitînê were misogerkirin.
Şirketa Sûrî ya Petrolê berî demekê, îro Îro ragihandibû ku hêla gaza Cibiseyê vegerîyaye xizmetê, piştî temamkirina xebatên çakkirinê û çaksazkirina zirarên ku di encama kiryareke têkder de li devera Şolayê ya li gundewarê Dêrezorê pêk hatibû.