Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Li Bakurê Helebê Daîreyeke Nû ya Nifûsê li Cindirêsê Hat Vekirin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Heleb > Li Bakurê Helebê Daîreyeke Nû ya Nifûsê li Cindirêsê Hat Vekirin

Li Bakurê Helebê Daîreyeke Nû ya Nifûsê li Cindirêsê Hat Vekirin

Hat weşandin: 2026/10/04 9:43 PM
Hat nûkirin: 2026/10/04 9:43 PM

Heleb-SANA

Rêveberîya Karûbarên Sivîl li parêzgeha Helebê îro Yekşemê, daîreyeke nifûsê li devera Cindirêsê ya li gundewarê bakurê Helebê vekir; daîre xizmeta nêzîkî 60 gund û bajarokî dike.

Ev pêngav bi mebesta hêsankirina cîbicîkirina miameleyên xelkê û dabînkirina xizmetguzarîyên qeyda sivîl li herêmê pêk hat.

Rêveberê Karûbarên Sivîl li parêzgeha Helebê Mihemed El-Şewax ji SANAyê re dîyar kir ku vekirina vê daîreyê ji ber dûrbûna Cindirêsê ji navenda bajarê Helebê û berfirehbûna çarçoveya wê ya erdnîgarî ye. Wî her wiha da zanîn ku xizmetên daîreyê devera Şêx Hedîd a cîran jî li xwe digire.

Daîreya nû ya ku navenda wê li kêleka avahîya rêveberîya nahîyeyê ye, xizmetên derxistina belge û daneyên tomarkirî yên di danegehê de, ligel tomarkirina rûdanên kesane pêşkêş dike.

Ji hêla xwe ve, endamê Ofîsa Cîbicîkar li parêzgeha Helebê û serperiştyarê sektora rewşa sivîl Ehmed Yasîn di daxuyanîyeke hevşêwe de da zanîn ku vekirina daîreyê di çarçoveya plana nûjenkirin û restorekirina avahîyên karûbarên sivîl de tê, li gorî nasnameya dîtbarî ya pejirandî ji alîyê Wezareta Navxwe ve.

Yasîn destnîşan kir ku ev pêngav piştî temamkirina proseya yekkirina wan daneyên ku li herêmên bakur bûn bi daneyên navendî yên dewleta Sûrîyê re pêk hat, da ku pêşkêşkirina xizmetguzarîyên rewşa sivîl bi nasnameyeke yekgirtî were garantîkirin.

Yasîn bal kişand ser wê yekê ku navendên rewşa sivîl pişta xwe dispêrin mekanîzmayên kar û dîjîtalîzekirinê yên ku di lezkirina birêveçûna karûbaran û hêsankirina gihîştina welatîyan bo xizmetguzarîyê dibin alîkar.

Her wiha da xuyakirin ku plana Rêveberîya Karûbarên Sivîl vekirina nêzîkî 12 navendên rewşa sivîl heta dawîya îsal li xwe digire.

Ewlehîya Navxweyî kujerê li taxa Bustan El-Qesir a Helebê girt
​Koma IGO Projeya Niştecihbûnê ya “Yafûr 963” wek Yekemîn Veberhênana Xwe li Sûrîyê Dide Destpêkirin
Firokxaneya Dêrezorê Nêzîkî Amadebûnê Dibe
Hejmareke Projeyên Bijîşkî li Parêzgeha Dêrezorê Vedibin
Li Tertûsê Tawanbarekî Serdema Rejîma Berê Hat Girtin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:HelebNahîyeya CindirêsêRêveberîya Karûbarên SivîlSektora Rewşa Sivîl
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Hevkarîyeke Sûrî-Tirkî ji bo Pêșxistina Pîşesazîya Zêr û Dabînkirina Pêdivîyên Zêkerên Sûrîyê

October 6, 2026

Di Operasyoneke Ewlehîyê de li Gundewarê Şamê Serkirdeyekî DAIŞê Hat Girtin

October 6, 2026

Hêzên Yemenî di Çarçoveya Operasyona «Fecr El-Yemen»ê de li Te’iz û Me’ribê Bi Pêş Dikevin

October 6, 2026

Wezareta Perwerdeyê Encamên Dawî yên Pêşbirka Çavdêrî û Rênîşandana Perwerdeyî Radigihîne

October 6, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?