Dêrazor – SANA
Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li parêzgeha Dêrezorê ragihand ku bilindbûna asta ava Çemê Firatê bû sedem ku 11 stasyonên ava vexwarinê ji xizmetê derkevin ku ya dawî ji wan, stasyona ava Mihêmîdeyê ya li gundewarê rojava yê parêzgehê bû. Ev yek jî ji ber gihîştina avê bo motorên pompekirinê yên di nava stasyonê de çêbû û bû sedema rawestîna bi temamî ya stasyonê.
Rêveberê Veberhênan û Sexbêrîyê di Şirketa Giştî ya Avê de Ebdilmin’im El-Ebdele di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re, duh Duşemê, dîyar kir ku bilindbûna herikîna ava Çemê Firatê bo 1200î, bû sedema derketina hejmarek stasyonan ji xizmetê ku ya dawî ji wan stasyona Mihêmîdeyê bû.
Her wiha El-Ebdele da zanîn ku dema av ber bi erda stasyonê ve herikî, şirketa Avê yekser dest bi vekirina hemû amûrên elektrîkê kir û ew veguhastin cihekî ewle.