Dêrezorê – SANA
Komîteya Bersivdana Lezgîn a Dêrezorê, bi hevrêzkarîya ligel Rêveberîya Karên Civakî, çaremîn kampîna alîkarîyê ji bo malbatên ku ji ber lehîya Çemê Feratê zirar dîtine û malbatên herî hewcedar amade kiriye.
Rêveberê Karûbarên Civakî Muhened El-Hinêdî, dîyar kir ku 5 barhilgirên ku bi 1100 selikên xwarinê, cilûberg û pêdivîyên zarokan barkirî ne di kampînê de hene, û dê li ser 1100 malbatên li herêmên Zîban, Hewayic Zîban û El-Rexîb ên li gundewarê Dêrezorê werin belavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku berê jî kampîna sêyemîn herêmên Riwêşid, Ebû Xeşeb, Xeta Xabûrê, El-Bûkemal û El-Suwer li xwe girtibûn.