Reqa – Dêrezor – SANA
Wezareta Enerjîyê da zanîn ku bilindbûna asta ava Çemê Firatê û zêdebûna leza herikîna wê li seranserî rêça çêm a li her du parêzgehên Reqa û Dêrezorê, ji ber destpêkirina berdana avê ji Bendavên Firatê ye bi rêjeya 1200 metre sêca di çirkeyê de ji roja Sêşema borî ve, ev jî piştî zêdebûna herikîna avê ji alîyê Tirkîyê ve tê.
Wezaretê îro Yekşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand: “Li gorî daneyên berdest, heta dawîya meha Çirîya Pêşîn rêjeya berdana avê ji 1200 metre sêca di çirkeyê de zêdetir nabe.”
Her wiha Wezaretê banga xwe ji bo şênîyan nû kir ku baldar û hişyar bin, nêzî dorhêl û rêça çêm nebin, avjenîyê tê de nekin û amûr û motorên avdanîyê yên li rexê çem ber bi cihên ewle ve bibin.