Tertûs-SANA
Rêveberîya Giştî ya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Xerîdar, îro roja Duşemê, sê qesabxaneyên nimûneyî li parêzgeha Tertûsê ku xizmeta Tertûs, Banyas û Safîtayê dikin, piştî nûjenkirin û çakkirina wan vekirin; ev gav ji bo baştirkirina selametîya xwarinê û bihêzkirina kontrola tenduristî li ser goşt hat avêtin.
Serokê Ofîsa Qesabxaneyan Xalid El-Hisên, tekez kir ku ev nûjenkirin di çarçoveya plansazîyên piralî de tê da goştê paqij û ewle bigihêje xerîdaran û tenduristîya giştî were parastin. Ji alîyê xwe ve, Serokê Şaxa Qesabxaneyan li Tertûsê Salih Hesen dîyar kir ku şeş qesabxane li gorî pîvanên tenduristî û teknîkî yên herî baş li parêzgehê hatine çaksazkirin û nûjenkirin, ku ji nav wan ev her sê qesabxane hatine vekirin da ku rewşa kar baştir bibe.
Ev proje di çarçoveya plansazîya pêşxistina binesazîya xizmetguzarîyê ya sektora qesabxaneyan û xurtkirina kontrolê de tê, da ku ewlehîya xwarinê li parêzgehê were misogerkirin.




