Dêrezor-SANA
Makîneyên projeya “Fecr El-Furat”ê, ku ji alîyê parêzgeha Dêrezorê ve hatibû destpêkirin, xebatên derxistina şûnmayên wêranîyan li bajêr û jinûvezîvirandin wan berdewam dikin.
Endamê Nivîsgeha Cibicîkar a parêzgehê Yihya El-Elî, di daxuyanîyekê de bo SANAyê duh Yekşemê, dîyar kir ku armanca projeyê ew e ku 8 mîlyon metrekûp bermayên wêranîyê ji tevahîya kavilan ku nêzîkî 10 mîlyon metrekûp e ji bajêr derxînin, da ku ew şûnmayî ji alîyê Şirketa «Zoom»ê ve di bin çavdêrîya Encumena bajêr de bêne jinûvezîvirandin.
El-Elî destnîşan kir ku xebat ji xeta yekem a li taxa El-Ruşdîyê dest pê kiriye, ku qebareya rojane ya hatiye armanckirin 15 hezar metrekûp e, ta maweya 18 mehan. Di demekê de ku niha rojane di çarçoveya plana ceribandinê de, di navbera 1800 û 3000 metrekûp kavil têne rakirin, hevdem ligel berdewamîya kar li taxa El-Metar El-Qedîm.





