Reqa-SANA
Berevaniya Sivîl a Sûrîyê êvara duh Çarşemê, zilamek piştî ku ketibû nav tuneleke bi kûrahîya 15 metreyan, ku ji bermayîyên HSDê ye li bajarê Tebqayê yê li gundewarê parêzgeha Reqayê, rizgar kir.
Berevanîya Sivîl bi rêya kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku tîman alîkarîya yekem a pêwîst ji wî zilamî re pêşkêş kir, û piştre ew veguhastin nexweşxaneya bajêr da ku tedawîya pêwîst werbigire.
Her wiha bang li welatîyan kir ku li hember tunelên ku HSDê li pey xwe hiştine baldar bin, û tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê û alîyên peywendîdar ji her tunelekê agahdar bikin, da ku bi rengekî guncav pê re mijul bibin û rûniştvanan ji metirsîyên wan biparêzin.

