Heleb – SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Umer El-Huserî, ragihand ku nîşanderên tevgera esmanî li Balafirxaneya Navneteweyî ya Helebê, dîyar dikin ku lezbûneke berbiçav di vegera çalakbûna esmanî de çêbûye, ku balafirxaneyê ji destpêka sala 2026an heya dawîya meha Tebaxê pêşwazî li zêdetirî 315 hezar rêwîyan bi rêya 3,068 geştên esmanî kiriye.
El-Huserî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re, îro Yekşemê, dîyar kir ku berhevkirina xebata îsal bi ya sala borî re, mezinbûna wê guherîna ku balafirxane tê re derbas dibe nîşan dide; ku hejmara rêwîyan di nîveka yekem a sala 2026an de bi rêjeya %715.6 li gor heman heyama sala 2025an zêde bûye, di demekê de ku hejmara geştan jî bi rêjeya %578.5 bilind bûye.
El-Huserî got: “Ev hejmar ji bo me ne tenê nîşanderên serjimêrîyê ne, lêbelê vegera gav bi gav a xebitandana torên veguhastina esmanî yên herêmî û navneteweyî li Helebê nîşan didin. Her wiha tekezîyê li ser wê yekê dikin ku girîng e ev geşepêdan hevgav be ligel pêşxistina binesazîyê û bilindkirina asta karîgerîya xebitandin û xizmetguzarîyê ya balafirxaneyê.”
Baştirkirina rewşa xebitandinê hevdem ligel amadekarîya ji bo projeya pêşxistinê
El-Huserî amaje bi wê yekê kir ku Deste niha kar ji bo baştirkirina rewşa xebitandinê û pêşxistina teknîkî û xizmetguzarîyê ya balafirxaneyê dike, hevdem ligel amadekarîyên ji bo projeya pêşxistin û berfirehkirinê ya ku biryar e di destpêka sala 2027an de dest pê bike. Ev proje armanc jê ew e ku kapasîteya wergirtinê ya balafirxaneyê ji nêzîkî 1.5 milyon rêwî di salê de bo zêdetirî 2 milyon rêwîyên bilind bike.