Şam-SANA
Sazîya Berîda Sûrîyê, di çarçoveya plana xwe ya ji bo xurtkirina hebûna xwe li deverên gundewarî û berfirehkirina xizmetên xwe de, Ofîsa Berîdê ya Hetleyê li gundewarê bakurê Dêrezorê vekir, ku dibe yekemîn ofîsa berîdê li wê herêmê.
Armanca vekirina vê ofîsê bersivdana hewcedarîyên xelkê û sivikkirina barê darayî li ser welatîyan e, bi kinkirina rêya çûnûhatinê. Her wiha ev gav fişara li ser ofîsên bajêr kêm dike û gihîştina bilez û hêsan a xizmetên darayî û yên berîdê dabîn dike.
Hêjayî gotinê ye ku Sazîyê berîya niha ofîsên “El-Tebnî” û “El-Şemîtîye” vekiribûn, û li herêmên din jî çend kolebeyên xizmeta berîdê danîbûn, ev jî di çarçoveya stratejîyeke giştî de ye ji bo gihandina xizmetên kargêrî û darayî bo tevahîya gund û bajarokên parêzgehê.