Dera – SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li Til Xerabe ya li derdora Senemeynê (gundewarê Derayê), goreke bikom dîtin ku termên 11 kesan tê de bûn. Hat dîyarkirin ku destên van kesan girêdayî bûn û şûnên îşkenceyê li ser laşê wan hebûn; tê gumankirin ku ev kes qurbanîyên bidarvekirinên rejîma berê ne. Alîyên peywendîdar dest bi derxistina terman û tespîtkirina nasnameyan kirine.
Ev dîtin di çarçoveya hewldanên eşkerekirina gorên bikom û dîyarkirina çarenivîsa windayan de li binkeyên rejîma berê pêk hat. Di mehên borî de çendîn gorên bikom hatin dîtin ku termên bi sedan qurbanîyên rejîmê û hevalbendên wê tê de bûn. Li gorî daneyên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji Adara 2011an ve nêzîkî 177 hezar kes bi darê zorê hatine windakirin.


