Hema – SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl li Kefernibûdeyê li gundewarê Hemayê, hevdem ligel kampanya rakirina kavilan, dest bi operasyonên pişkinîna mayîn û bermayîyên şer kirin.
Rêveberê Navenda Rakirina Teqemenîyan, Ehmed Nîrozî, tekez kir ku ev pişkinîn bi hevahengîya ligel artêşê pêk tê da ku ewlehîya her kesî were parastin. Her wiha kar berdewam e û navend gazind û agahdarkirinên xelkê yên derbarê tiştên gumanbar de werdigire.

Berevanîya Sivîl bang li niştecîhan kir ku hevkarîyê bikin û agahîyê bidin ser bermayîyên şer û dest neda wan. Ev xebat di çarçoveya kampayeke Wezareta Rewşên Awarte de ye ku armanca wê rakirina nîv milyon çargoşemtir kavil e li gundewarê Hemayê, da ku ewlehî were xurtkirin.





