Idlib-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî, di çarçoveya operasyonên xwe yên ewlehîyê de ji bo şopandina torên sîxurîyê yên ji bo rêjîma berê dixebitîn, kesê bi navê Mihemed Mu’tesem Şe’ban girt, piştî ku beşdarîya wî di karên sîxurî de û hevkarîya wî ligel dezgehên ewlehîyê yên rêjîma têkçûyî û pêkanîna kiryarên wêrankarîyê hat tekezkirin.
Duh Înê, Hêzên Ewlehîya Navxweyî dîyar kir ku lêpirsînan nîşan da ku kesê girtî baregeh û xalên kontrolê yên leşkerî li devera Cebel El-Zawîyê —ji Bilyonê heta Erîha û Tel Toqanê— şopandine û wêneyên wan girtine.
Her wiha hindek cih li bajarê Idlibê jî şopandine û wêneyên wan girtine, ji bo hêsankirina armancgirtina wan bi bombebarankirina ezmanî, ku di encamê de hejmarek kes şehîd ketine, her wiha cihên ketina bombeyan belge kirine.
Di encama lêpirsînan de, dîyar bû ku wî amûreke şopandinê (GPS) li devera Fewcê 46 danîbû, û her wiha wî tankereke sotemenîyê li nava bajarê Idlibê şopandibû û teqandibû.
Alîyên pêwendîdar lêpirsîn û rêkarên yasayî dermafê kesê girtî temam dikin, da ku hemû kesên bi şaneyê ve girêdayî eşkere bikin, berî veguhastina wî bo dadgeha pêwendîdar da ku cezayê xwe yê dadperwerane bistîne.
