Hema-SANA
Duh Yekşemê, li gundê El-Taʼûne li gundewarê başûrê Hemayê, du zarokên ku li ber pez şivantî dikirin, ji ber teqîna bermayîyên şer, birîndar bûn.
Rêveberê nivîsgeha ragihandinê ya rêveberîya tenduristîyê ya Hemayê Mihemed Mesder, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku du zarokên ku temenê wan 9 û 12 salî ne, ji bo wergirtina dermankirina bijîşkî ya pêwîst bo Nexweşxaneya Nîştimanî ya Misyafê hatine veguhestin. Her wiha da zanîn ku rewşa yekî ji wan di metirsîyê de ye.
Mîn û bermayîyên şer ên ku rejîma berê li paş xwe hiştine, di serdemên borî de bûne sedema kuştin û birîndarbûna gelek sivîlan li deverên cuda cuda yên parêzgehê.