Tertûs-SANA
Çalakîyên Qehremanîya Tenîsê ya ku ji alîyê Desteya Hunerî ya lîstikê ve li parêzgeha Tertûsê bi beşdarbûna 36 lîstikvanên keç û kur ji kategorîyên temenî yên cuda tê rêkxistin, îro Înê li bajarê Safîtayê li Tertûsê dest pê kir.
Serokê Desteya Hunerî ya Tenîsê Basim Rehal eşkere kir ku armanca Qehremanîyê hilbijartina behreyên berbiçav ji bo avakirina tîma parêzgehê û amadekirina wê ya hunerî ye.
Ji alîyê xwe ve rahêner Sandî Mihemed dîyar kir ku berî qehremanîyê bernameyeke rahênanê û kampeke rojekê ji bo pêşxistina jêhatîyan û pevguhertina ezmûnan hatibûn lidarxistin.
Di hema demê de lîstikvan Rola Qehwecî (kategorîya di bin 18 salî de) daxwaza xwe ya bi bidestxistina pileya yekem û pêşxistina behreyên xwe ji bo hevrikîyên bê anîn ziman.