Der’a-SANA
Tîma endazyarîya mînan di Parastina Sivîl de li Der’ayê, duh Pêncşemê, çar mînên topan ên ku li zevîyên çandinîyê yên li tenişta bajarê Busra El-Şamê hatibûn dîtin, teqandin. Ev gav jî di çarçoveya hewldanên ewlekirina deverê û parastina sivîl û cotkaran de ji bermahîyên şer tê avêtin.
Fermandarê tîma Parastina Sivîl li devera Busra El-Şamê Ebdilezîz Mihemed, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku tîm yekser piştî wergirtina agahdarîyên ji alîyê xelkê ve derbarê hebûna tiştên gumanbar li nav zevîyên çandinîyê yên li kêleka bajêr, ket nava liv û tevgerê û ji bo dabînkirina silametîya giştî kembereke ewlehîyê li dora cihê bûyerê danî.
Mihemed da zanîn ku proseya teqandinê bi ewlehî û li gorî rêkarên pejirandî hat pêkanîn, û bal kişand ser girîngîya rakirina van bermahîyan ji ber siruşta çandinîyê ya navçeyê û zêdebûna tevgera wesayîtan tê de, ligel nirxê wê yê dîrokî û şaristanî.