Dêrazor – SANA
Rêveberîyên Dêrazorê ji bo rûbirûbûna lûtkeya nizmefișara sêyem tevdîrên xweparastinê girtin, da ku ewlehîya welatîyan biparêzin û rê li ber zirarên muhtemel bigirin.
Rêveberîyên Dêrazorê tevdîrên rewşa awarte ragihandin, ku di nav wan de: Avakirina odeyeke operasyonan û amadekirina amûrên rûbirûbûna sêlavan, girtina dibistanan, rawestandina geştên rêwîyan (ji xeynî rewşên ambûlansê), û dabînkirina jeneratorên yedek da ku di dema nizmefișarê de av neyê birîn.
Sûrîye şahidîya nizmefișareke bahozî dike ku bûye sedema sêlav û bûyerên şemitînê, nexasme li Dêrazorê ku hin rêyên wê hatine birîn. Wezareta Rewşên Awarte hişyarî da ku lûtkeya vê nizmefișarê dê ji şeva Pêncşemê dest pê bike û heta berbanga roja Înê bi baranên dijwar berdewam bike.


