Dêrezor – SANA
Îro Pêncşemê, li bajarê Dêrezorê karên projeya “Berbanga Firatê” ji bo rakirina kavilan ji taxên bajêr û dubare bikaranîna wan dest pê kir.
Ev pêngav beşek ji xebatên başbûn û jinûveavakirinê ye ku di bin çavdêrîya parêzgehê de û bi hevkarîya di navbera şaredarîya bajêr û Koma Veberhênanê ya “Zoom Holding”ê de tê meşandin; di vê çarçoveyê de makîneyên kar li taxa Ruşdîyeyê dest bi rakirina kavilan kir.
Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re dupat kir ku ev proje pêngaveke giring e di pêvajoya jinûveavakirinê de; ji ber ku piştî temambûna qonaxa belgekirina tawanên rejîma hilweşîyayî, kavil tên rakirin.
Her wiha destnîşan kir ev proje dubare bikaranîna kavilan û veguherandina wan bo keresteyên ku di jinûveavakirinê de bi kêr tên, li xwe digire.
Parêzgarê Dêrezorê her wiha dîyar kir ku xebatên rakirina kavilan tenê bi taxên bajarê Dêrezorê ve sînordar namînin, lêbelê dê bajarên El-Bûkemal û El-Meyadînê jî li xwe bigire; hevdem digel vê yekê projeyên qîrkirina rêyên sereke yên parêzgehê jî dê werin cîbicîkirin.








