Heleb- SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê duh Çarşemê biryarek derxist ku tê de lîsteya berendamên Encumena Gel li herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eyn el-Ereb)ê li parêzgeha Helebê heye.
Komîteyê dîyar kir ku bangeşeya hilbijartinê ya berendamên Encumena Gel li herêma navborî, ji sibeha îro Pêncşemê (21.05.2026) dest pê dike û heta êvara sibe Înê (22.05.2026) berdewam dike.
Komîteyê roja Şemîyê 23.05.2026 wekî roja bêdengîya hilbijartinê dîyar kir, û roja Yekşemê 24.05.2026 kir dema hilbijartina endamên Encumena Gel ji bo herêma hilbijartinê ya Kobanê (Eyn El-Ereb)ê li parêzgeha Helebê.
Her wiha eşkere kir ku pêvajoya dengdanê saet 08:00ê sibeha roja Yekşemê 24.05.2026an dest pê dike û saet 12:00ê nîvro bi dawî dibe.



