Şam-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî, piştrast kir ku ragihandina hilweşandina “HSD”ê gaveke girîng e ji bo lezkirina pêvajoya entegrasyonê û bidawîkirina du-rêveberîya kargerî. Navborî destnîşan kir ku ev ragihandin ne bidawîhatina pêvajoya entegrasyonê ye, lê belê lezkirina wê ye. Pêvajo jî hîn berdewam e û dibe ku demeke zêdetir bixwaze, ji ber ku ew bi rêkarên îdarî, piştrastkirina daneyan û serjimêrîya pêdivîyên parêzgehê ve girêdayî ye.
El-Hîlalî di hevdîtinekê de bi kanala “El-Ixbarîye” ya Sûrîyê re îro Çarşemê bal kişand ser wê yekê ku guhertina bingehîn a piştî ragihandinê ew e ku parêzgeh derbasî rêveberî û biryareke yekgirtî bibe, piştî bidawîanîna li du-rêveberîya kargerî ya ku hebû, di nav de biryar û giştînameyên ji alîyê alînan ve dihatin derxistin ku li derveyî sazîyên dewletê kar dikirin.
Hêzên Leşkerî di nav pergala Wezareta Parastinê de ne
Navborî dîyar kir ku hêzên leşkerî yên HSDê qonaxên pêşketî derbas kirine, û bi temamî ketine di nav pergala Wezareta Parastinê û bûdceya wê ya giştî de, û mûçeyên xwe ji wezaretê werdigirin; di heman demê de hejmara navên berbijêrkirî yên ji alîyê HSDê ve ji bo ku tevlî hêzên ewlehîyê bibin ji 9 hezar navî derbas dibe, ku di nav wan de nêzîkî 2000 jin hene.
El-Hîlalî da zanîn ku Hêzên Ewlehîya Hundirîn li Hesekê bi endamên ji xelkên herêmê û endamên Asayîşê yên ku tevlî pergala Wezareta Hundir bûne, ligel endamên nû hatine piştgirîkirin. Hilalî bal kişand ser ku şertên tevlîbûna Ewlekarîya Hundirîn li herêma rojhilat, bi taybetî li parêzgeha Hesekê, hatine sivikkirin; bi taybetî sivikkirina şertê bawernameya amadehî ji ber nihêrandina li wan salên ku herêm bê perwerdeya bingehîn derbas kirine.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku danûstandina bi Hêzên Parastina Jinê re ber bi tevlîkirina wan bo nav dezgeha Ewlehîya Hundirîn li jêr pergala Wezareta Hundir dimeşe, ji ber ku pêdivîyeke ewlehîyê bi endamên jin heye, û tekez kir ku ev dosya êdî nêzîkî çareserîyê ye.
Ketina Hêzan bi Pêşwazîya Şênîyan Pêk Hat
Cîgirê Parêzgarê Hesekê bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî 300 endamên Hêzên Ewlehîya Hundirîn li Kampa Telai’ li bajarê Hesekê û li derdora bajarê Qamişloyê belav bûne, ligel belavbûna dewrîyeyên ewlehîya rêyan li seranserî rêya M4ê ji El-Ye’rubîyeyê heta sînorê parêzgehê. Navborî da zanîn ku Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li bajarê Qamişloyê nasnameya dîtbarî ya Wezareta Hundir û alên dewletê amade kirine, wekî amadekarîyekê ji bo ragihandina vekirina wê di rojên pêş de.
El-Hîlalî tekez kir ku hêzên ewlehîyê bi awayekî hêsan û bê astengî yan pirsgirêkên ewlehîyê derbasî Hesekê bûn, û bandora propagandaya medyayî ya berê ya li dijî ewlehî û Artêşa Erebî ya Sûrîyê li hember pêşwazîkirina germ a şênîyan a bi derbasbûna hêzan re ji holê rabû. Wî da zanîn ku niha kar ji bo kontrolkirina rewşa ewlehîyê li parêzgehê piştî qonaxeke alozîyê, berdewam dike.
Çalakkirina Dadwerîyê û Vegera Koçberan
Ehmed El-Hîlalî bal bir ser amadekarîyên erkdarkirina dadwerên ku berê li cem Rêveberîya Xweser dixebitîn bi karên di çarçoveya Wezareta Dadê de di nava çend rojan de. Wî tekez kir ku xelkê Hesekê pêşwazî li vegera zarokên xwe û belavbûna hêzên ewlehîyê kirin, û azadîyeke tam di derbirîna kêfxweşîya xwe de hîs kirin, û vegera koçberan bo bajêr, Qamişlo û deverên cuda yên parêzgehê ewle ye. Her wiha da zanîn ku vegera takekesî ya ji bo malbatên ku xanîyên wan ên amade hene berdest e, lê vegera komî bo Serê Kanîyê û gundewarê wê pêdivî bi amadekirina binesazîyê, paqijkirina mînan û çareserkirina wêranîyê heye.
Derbarê dergehan de, wî piştrast kir ku dergehê Sêmalka niha bi temamî di bin rêveberîya dewletê de kar dike û şahidîya tevgereke çalak a rêwîyan û bazirganîyê ligel Herêma Kurdistana Iraqê dike; di heman demê de dergehê El-Ye’rubîyeyê bi alîyê Iraqî re dixebite û bi rêya M4ê ve girêdayî ye û şahidîya tevgereke tranzît a çalak û tevgereke bazirganî ya berfireh dike. El-Hîlalî dîyar kir ku dergehê Nisêbînê piştî temamkirina karên berfirehkirinê û amadekirina qadên girêdayî wê, dê bibe dergehekî stratejîk ê girîng ji bo tevgera tranzîtê ya Tirkî ber bi Iraq û welatên Kendava Erebî ve.
Rewşa Avê û Paqijkirina Mînan
Derbarê dosyaya avê de, El-Hîlalî dîyar kir ku pirsgirêka sereke bi stasyona Elokê ve girêdayî bû, û da zanîn ku rewş bi gelemperî baştir bûye, û bajarên mezin bi qeyraneke rasteqîn a avê re rûbirû nabin, tevî berdewamîya karên çakkirinê û çareserkirina hin destwerdanên li ser xetên pompekirinê. Di dosyaya paqijkirina mîn û bermahîyên şer de, wî tekez kir ku operasyonên paqijkirin û pişkinînê berdewam in û rêjeya temambûnê ji %40 derbas bûye, û destnîşan kir ku ev dosya ji bo xelkê wekî yek ji metirsîdartirîn dosyayan dimîne.
El-Hîlalî amaje bi wê yekê kir ku hizirek li ser projeya rakêşana ava Çemê Dîcleyê heye, û ew wekî projeyeke stratejîk a mezin ji bo parêzgeha Hesekê bi nav kir, ku dikare bi awayekî berbiçav beşdarî bicîkirina cotkaran û guhertina ketwara çandinîyê bibe; her wiha tekez kir ku vîn heye, lêkolîn hene, û xwestekeke rasteqîn li cem Birêz Serokomar ji bo cîbicîkirina vê projeyê heye.
Derbarê sotemenîyê de jî, wî zelal kir ku parêzgeh li hember arîşeyeke rasteqîn e di mijara mazota piştgir de, û daxwaza çareserkirina wê dike, bi taybetî derbarê bihayê wê de. Wî destnîşan kir ku ev made berê bi bihayekî piştgir peyda dibû lê niha bihayê wê bûye azad, û xelk jî hînî cureyekî taybet ê sotemenîya erzan ji bo germkirinê bûbûn, û da zanîn ku parêzgeh li Şamê hevdîtinan pêk tîne da ku çareserîyeke guncaw ji bo van tiştan bibîne.
El-Hîlalî tekez kir ku meha Îlonê dê bibe şahida geşedanên girîng li ser asta çalakkirina sazîyên dewletê, nemaze dadwerî û qereqolên polîsan, ligel xurtkirineke mezintir a belavbûna ewlehîyê, bi awayekî ku berfirehbûna hebûna dewletê gav bi gav li navçeyên cuda yên parêzgehê misoger bike.