Şam-SANA
Hejmara şehîdên di encama êrişa ku rêxistina terorîst a DAIŞê berîya çend rojan li ser dewrîyeyekê ji polîsên gumrikê li devera Sifîrê ya gundewarê Helebê yê rojhilat pêk anîbû, gihîşt sisêyan.
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan de Mazin Elûş, îro Şemîyê di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Piştî êrişa terorîstî ya xedar ku dewrîyeya polîsên gumrikê li Sifîrê li gundewarê Helebê yê rojhilat kiribû armanc, em nûçeya şehîdbûna endamekî ku ji ber birînên xwe di nexweşxaneyê de jîyana xwe ji dest da radigihînin, bi vî rengî hejmara şehîdan bilind bû û gihîşt sisêyan”.