Dêrezor-SANA
Artêşa Erebî ya Sûrîyê bi hevkarîya Artêşa Tirkîyê, avakirina pireke leşkerî ya nû li ser rûyê avê ku her du alîyên çemê Firatê li devera Meyadînê li rojhilatê Dêrezorê bi hev ve girê dide bi dawî kir, bi armanca jinûveçalakkirina tevgera çûnûhatinê di navbera her du alîyan de û sivikkirina barê li ser milê welatîyên herêmê.
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesre, îro Yekşemê li ser platforma (X)ê got: “Yekîneyên me bi hevkarîya Artêşa Tirkîyê, avakirina pireke leşkerî ya nû li ser rûyê avê ku her du alîyên çemê Firatê li Meyadînê bi hev ve girê dide bi dawî anî, ji bo sivikkirina barê li ser milê gelê me li parêzgeha Dêrezorê.”
Ebû Qesre, spasîya wezîrê parastinê yê Tirkîyê general Yaşar Guler kir li ser hewldanên wî yên berdewam ji bo xurtkirina bawerî û hevkarîyê di navbera her du welatan de.








