Dera – SANA
Duh Înîyê li gundê Sehwayê li gundewarê Derayê yê rojhilat, ji ber nakokîyeke ku di navbera çend kesan de qewimî û piştre bû gulebaran, keçeke bîst salî mir û kesekî din birîndar bû.
Xizmekî qurbanîyê -ku navê wê Rama Mihemed Hisên Tirkmanî ye-, di daxuyanîyeke de ji SANAyê re got ku nakokî di dawetekê de li gund, dema di navbera çend zarokan de şer derket, dest pê kir. Her wiha dîyar kir ku destweradana malbatan bû sedema firehbûna nakokîyê.
Wî piştrast kir ku keça ciwan a bi navê Rama ne di nav nakokîyê de bû, lê li mala xaltîka xwe bû, dema ku ji malê derdiket, guleyeke çewt li serê wê ket, û dîyar kir ku ew yekser bo nexweşxaneya Neteweyî ya Derayê hat veguhestin, lê ew mirî gihîşt wir.
Li dawîyê jî, wî bal kişand ser wê yekê ku hêzên ewlehîyê li gund destwerdan kirin; çûnûhatin qedexe kirin, lêpirsîn di bûyerê de hat vekirin û ji bo lêkolîna li ser hûrgilîyên nakokîyê û dîyarkirina berpirsên gulebaranê, çend kesên gumanbar hatin rawestandin.