Şam-SANA
Rêveberîya Nehiştina Madeyên Hişbir a Wezareta Navxweyî, ragihand ku piştî operasyoneke ewlehîyê ya ku bi hûrbînî li gundewarê rojhilat ê parêzgeha Siwêdayê hat pêkanîn, wê hewldaneke qaçaxîya navneteweyî ya barek madeyên hişbir têk biriye.
Rêveberîyê îro Şemîyê li ser kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku di encama operasyonê de 138 kîlogram heşîşa hişbir û 382 hezar hebên hişbir ku di destê komên derqanûnî de bûn li parêzgehê hatin desteserkirin.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku alîyên peywendîdar lêpirsîn û şopandina xwe ya ewlehîyê didomînin ji bo eşkerekirin û dana dûv kesên ku beşdarî di hewldana qaçaxîyê de kirine, ji bo ku rêkarên qanûnî yên pêwîst dermafê wan werin bicîanîn.
Di heman mijarê de, îro şaxê Nehiştina Madeyên Hişbir jî li parêzgeha Dêrezorê, girtina bazirganekî madeyên hişbir li herêmê ragihandibû. Ew girtin di operasyoneke serdegirtinê ya mukum de bi hevkarîya ligel Rêveberîya Ewlehîya Bajêr û Hêzên Erkên Taybet pêk hat, ku di encamê de 37 kîlogram heşîş, tibabek ji madeya “krîstal” û dermanine hişbir, ligel çekên corbecor û cebilxaneyan, hatin desteserkirin.





