Dêrazorê-SANA
Di encama bûyereke trafîkê de ku îro qewimî, piştî lihevketina du barhilgiran li ser pireke li devera El-Malîha li ser rêya Dêrazor-Tedmurê, çar kes mirin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Berevanîya Sivîl a Sûrî di rêya kanala xwe ya Telegramê de eşkere kirku tîmên wan bi hevkarîya tîmên Heyva Sor a Erebî ya Sûrî, ji bo bersivdayîna bûyerê, veguhastina birîndaran û derxistina cenazeyên ku mabûn di hundirê barhilgira ku li gelîyekî binê pirê de wergerîyabû, kar kiriye.

