Tertûs-SANA
Piştî wergirtina agahdarîyekê ji alîyê beşê polîsan ê Tertûsê ve, şaxê lêkolînên tawanan yê Fermandarîya Ewlekarîya Navxwe ya parêzgeha Tertûsê, hûrgulîyên pêkanîna tawana kuştina jinekê eşkere kir, ku cenazeyê wê li nav erdên çandinîyê li ser rêya El-Sefsafe, hatibû dîtin.
Hêzên Ewlekarîya Navxwe, îro Pêncşemê, dîyar kir ku li gorî lêpirsînan, sedema tawanê dizîya pereyan bûye, ligel hebûna nakokîyekê di navbera kujer û qurbanîyê de li ser heqdestê karkirina wê li cem wî. Kujer derba kuştinê li serê wê daye û piştre cenazeyê wê li nav daran veşartîye da ku şopên tawanê wenda bike.
Dosyaya lêpirsînên pêwîst dermafê kujer hat vekirin û ji bo cîbicîkirina rêkarên qanûnî, bo dadgeha peywendîdar hat veguhestin.