Reqa-SANA
Di çarçoveya rêkxistina sektora veguhastinê ya nav bajêr, ofîsa “Teksîyan” li Rêveberîya Veguhastinê ya parêzgeha Reqayê, dest bi tomarkirina teksîyên giştî kir.
Rêveberê Ofîsa “Teksîyan” di rêveberîyê de Qusey El-Îsmaîl, îro Pêncşemê di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku proseya tomarkirinê ya ku duh dest pê kiribû, armanc jê kontrolkirina karê teksîyan û belgekirina daneyên wan e, da ku asta xizmetguzarîya ji bo welatîyan baştir bibe. El-Îsmaîl her wiha eşkere kir ku heta niha zêdetirî 1800 otomobîl hatine tomarkirin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku Rêveberîya Veguhastinê ya Reqayê heyama 15 rojan ji bo qedandina karên tomarkirinê destnîşan kiriye û bang li hemû ajokaran kir ku pabendî dema destnîşankirî bin.

