Dêrezor-SANA
Balafirgeha Dêrezorê, îro Çarşemê serê sibehî, pêşwazî li yekem geşta navxweyî ya Hêlên Asmanî yên Sûrîyê ya ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hatibû, kir.
Ev yekî jî destpêkirina xebitandina geştên esmanî yên birêkûpêk di navbera her du bajaran de, di pêngavekê de ku jinûvedestpêkirina peywendîya esmanî ya navxweyî û xurtkirina tevgera veguhastina esmanî di navbera parêzgehan de, nîşan dide.

Rêveberîya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl a Sûrîyê dîyar kir ku xebitandina vê xetê di çarçoveya hewldanên jinûveçalakkirina tevgera balafirvanîya navxweyî de tê, bi awayekî ku beşdarî hêsankirina çûnûhatina welatîyan dike, piştgirîya tevgera aborî dike, û pêwendîya di navbera parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê de xurt dike.

