Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker îro Duşemê derbasî gundê Semedanîya Rojhilatî li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû, xaleke kontrolê li ser rêya sereke ya wê danî û çûnûhatina xelkê qedexe kir.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ya ku ji sê wesayîtên leşkerî pêk dihat, derbasî gund bû, û xaleke kontrolê li ser rêya sereke ya ku wê bi gundewarê başûr ve girê dide danî, û dest bi rawestandina rêwîyan kir û rê li ber wan girt û ew neçar kirin ku vegerin cihê ku jê hatibûn.
Hêzên Îsraîla dagîrker duh Yekşemê jî derbasî bajarokê Cebata El-Xeşeb li gundewarê Quneytirayê yê bakur bûbûn, ku li wir hêzeke ji pênc wesayîtên leşkerî pêk dihat li meydana sereke ya navenda bajarokê belav bû, bêyî ku tu agahî derbarê girtinan de bêne dîyarkirin.
Her weha hêzeke din jî ya Îsraîla Dagîrker duh Yekşemê derbasî rêya Heyran-Refîd li gundewarê Quneytirayê yê başûr bû, û xaleke kontrolê ji bo teftîşkirina rêwîyan danî.