Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku wan çavdêrî kiriye ku hejmareke zêde ya komikên çekdar gihîştine xalên belavbûna rêxistina HSDê li gundewarê Helebê yê rojhilat, nêzîkî Meskene û Dêr Hafirê.
Desteya Operasyonan ji SANAyê re got: “Li gorî çavkanîyên me yên îstîxbaratî, di nav van hêzên nû de hejmarek çekdarên rêxistina terorîst a PKKê û şûnmayên rejîma revîyayî hene.”
Desteyê dîyar kir ku ew rewşa meydanî bi awayekî rasterast û bilez dinirxînin û tekez kir ku anîna komikên terorîst ji alîyê HSDê ve “gurkirineke metirsîdar e”, û her tevgereke leşkerî ku ev komik bikin, dê bi bersiveke tund re rû bi rû bimîne.
Desteya Operasyonan tekez kir ku Artêşa Erebî ya Sûrîyê li hemberî vê gurkirina xeternak bêdeng namîne.