Dera – SANA
Komîteya lêkolîna dadwerî ku ji alîyê Wezîrê Dadê Mezher El-Weys ve hatiye avakirin, tekez kir ku ew doza keça piçûk Fereh El-Hemûd a li parêzgeha Derayê dişopîne û li ser hûrgilîyên lêpirsîn û rêkarên dadwerî yên hatine standin radiweste; ev yek di dema serdana Komîteyê bo malbata keçê bi mebesta xwestina sersaxîyê bo kesûkarên wê de hat.
Wezareta Dadê, duh Şemîyê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, zelal kir ku komîteyê sersaxî ki malbata wê kir û tekezî li ser rawestana Wezaretê li kêleka wan û xemxwarîya wê bo pêkanîna dadwerîyê û temamkirina lêpirsîn û rêkarên dadwerî kir; her wiha da zanîn ku hemû sazîyên dadwerî yên peywendîdar kar ji bo temamkirina lêpirsînan li gorî qanûnê dikin, û piştrast kir ku kesên ev tawan pêk anîne dê cezayê xwe yê dadwerane bibînin.
Rêveberê Ragihandin û Peywendîyan di Wezareta Dadê de, Berai Ebdulrehman, ji SANAyê re dîyar kir ku komîte di şopandina dosyê de berdewam e, hevdem ligel temamkirina lêpirsîn û rêkarên qanûnî yên girêdayî dozê ji alîyê sazîyên dadwerî yên peywendîdar ve.
Ebdulrehman tekez kir ku xebata komîteyê di çarçoveya xemxwarîya Wezareta Dadê de tê ji bo misogerkirina rastîya rêkarên dadwerî û piştrastbûna wê ji birêveçûna lêpirsînan li gorî bendên qanûnê.





