Heleb-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê yê Sûrîyê, Mihemed Ebdulrehman Tirko, îro yekşemê, rêveçûna ezmûna dawî ya bawernameya Amadehîya Giştî, beşê zanistî (meteryala Kîmyayê) ya xula 2026an, li hejmarek ji navendên ezmûnan li devera Efrîna gundewarê Helebê şopand.
Wezîr, ligel Alîkarê xwe Yûsif Enan û Rêveberê Herêmê Xêro Dawûd, ji nêz ve li rewşa birêveçûna prosesa ezmûnan û rêkarên rêxistinî yên tên şopandin nerî.
Tirko tekezî li ser pabendbûna bi rênimayan kir da ku jîngeheke aram ji bo xwendekaran were dabînkirin, û asteke herî bilind a dadwerî û wekhevîya derfetan bê misogerkirin, her weha wî bizavên kadroyên perwerde û rêvebirinê bilind nirxandin.
Wezîr dîyar kir ku wezaret hemû qonaxên prosesa ezmûnan, ta digihîje karên hilsengandinê û derxistina encaman bi hûrgilî û şefafîyet dişopîne, da mafên xwendekaran werin parastin, û amaje bi wê yekê jî kir ku armanc ji van gerên meydanî ew e ku piştrast bibe ku prosesa ezmûnan bi awayekî baş bi rê ve diçe û rakirina astengîyên ku derkevin.
