Gundewarê Şamê-SANA
Parêzgeha Gundewarê Şamê cîbicîkirina qonaxa yekem a plana nûjenkirin û jinûveqîrkirina hejmarek rêyên xwecihî li herêmên cuda cuda yên parêzgehê berdewam dike, ku niha karên qaşartin û amadekarîya ji bo qîrkirinê li xwe digire, bi rêjeya pêkanînê ku li piranîya cihan ji sedî 40 derbas kiriye, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina raxistina asfaltê di nava hefteya bê de.
Alîkarê Parêzgarê Gundewarê Şamê yê Karûbarên Teknîkî Endezyar Ebdullah El-Xetîb di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê îro Duşemê dîyar kir ku kar berî pênc rojan di şeş tewerên rêyan de dest pê kiriye, û di rojên pêş de dê berfireh bibe da ku 12 teweran li xwe bigire.
El-Xetîb li dawîyê jî da zanîn ku qonaxa yekem çêkirin û nûjenkirina nêzîkî 40 kîlometreyan ji rêyên xwecihî li xwe digire, di nava bernameyeke demkî de ku 40 rojan dom dike, li gorî planeke ku parêzgehê li ser çend qonaxan li ser bingeha pêdivîyên herêman amade kiriye, û bi awayekî ku giringîya rê, qerebalixîya trafîkê û rewşa wê ya teknîkî li ber çavan digire.



