Heleb-SANA
Wek rêzgirtinekê li fedakarîya şehîdên di ber azadîya welat de, li bajarê Etaribê yê gundewarê rojavayê Helebê, rêûresmên xelatkirina 200 malbatên wan, bi amadebûna parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb, Cîgirê Wezîrê Berevanîyê Lîwa Fehîm Îsa, û berpirsê devera Etaribê Ferhan Kuweyder, hatin lidarxistin.
Kuweyder dîyar kir ku ev rêzgirtin di çarçoveya destpêşxerîya ku ji hêla kampanya “Heleb Sit El-Kul” ve hatibû piştgirîkirin pêk hat. Wî destnîşan kir ku karsaz Elî Derwîş (rêveberê şirketa El-Emel) bexşînek bi nirxê 100 hezar dolarî pêşkêş kiriye da ku li ser malbatên şehîdan bê belavkirin, û tekez kir ku ev destpêşxerî dê berdewam bin.
Ji alîyê xwe ve, Ebdulxenî El-Şewax, Rêveberê Cîbicîkar ê Kampanya “Heleb Sit El-Kul”, tekez kir ku xwedîderketina li malbatên şehîdan erkekî neteweyî ye, û nîşana bilindnirxandina kesên ku canê xwe di ber azadîya welat de dane ye.





