Hesekê-SANA
Tîma Serokatîyê ya ku ji bo bicihanîna Peymana 29ê Kanûna Paşîn ligel HSDê hatiye peywirdarkirin, tekez kir ku hilweşandina avahîya şaredarîyê ya şûnwarî li bajarê Qamişloyê ji alîyê ya ku jê re “Rêveberîya Xweser” tê gotin, destdirêjîyeke li ser yek ji şûnên dîrokî û avahîsazî yên bajêr nîşan dide, û zirarê dide mîrateya şaristanî ya ku wekî beşek ji bîra şênîyên parêzgeha Hesekê tê dîtin.
Tîmê di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê belav kir, tekez kir ku milkên giştî û avahîyên hikûmetê milkê hemû Sûrîyan in, û mafê kesî nîne ku dest bidê yan ketwara wê yan pênaseya wê ya qanûnî û kargerî biguherîne yan jî li derveyî çarçoveyên qanûnî û sazîyên dewletê yên pispor, bide guhertin.
Tîma Serokatîyê bang li hemû sazî û alîyên ser bi HSDê ve kir, yên ku rêkarên entegrasyonê temam nekirine, ku demildest dûrî her destêwerdaneke di milkên giştî yan avahîyên hikûmetê de bikevin, û xwe ji girtina pêngavên yekalî yan ferzkirina rastîyên nû li ser erdê dûr bixin, bi awayekî ku ligel daxwazên vê qonaxê û mercên serkeftina proseya tevlîbûnê û parastina sazîyên dewletê û şîyanên wê li hev bike.
Tîmê dîyar kir ku parastina sazîyên giştî û parastina mîrateya dîrokî û şaristanî ya parêzgeha Hesekê, erkê her kesî, û beşdarîyê di xurtkirina aramîyê û serwerîya qanûnê de dike.